Îhsan Mihemedî û Şaho Berhem ji binçavkiriyên şoreşa Jin Jiyan Azadî hatine berdan

Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Îhsan Mihemedî”, nûciw

04 November 2023 15:55

 

 

Hengaw;  Şemî 4ê Mijdara 2023an 

Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Îhsan Mihemedî”, nûciwanê 16 salî û “Şaho Berhem” yê temen 20 salî ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne binçavkirin, piştî nêzî salek û mehekê girtin, bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatine azadkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 1ê Mijdara 2023an, Îhsan Mihemedî yê temen 16 salî û xelkê Şinoyê, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dema dawî qonaxên dadgehkirinê, ji Navenda Çaksazî û Perwerdekirinê ya Urmiyê hate berdan.

Ev nûciwane di meha Gulana îsal de, ji aliyê taya sê ya Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi tohmeta “têkdana aramiya giştî bi rêya beşdarîkirin di nav nerazîbûnan de, handan û jinavbirina mal û milkên giştî” (muharibe) hatibû sizadan û ji ber ku temenê wî negihabû bi 18 saliyê, dosyeya wî bo Dadgeha Tawanên 1 a tayebet bi nûciwana hatibû veguhastin.

Îhsan Mihemedî yê temen 16 salî, roja 13ê Cotmeha 2022an, piştî gazîkirina bo îdareya Îtilaatê ya Şinoyê hatibû girtin û piştre bo Urmiyê hatibû veguhestin.

Herwiha di heman rojê de roja Çarşemî 1ê Mijdara 2023an, Şaho Berhem, welatiyek din ê xelkê Şinoyê, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehkirinê ji girtîgeha Urmiyê hate berdan.

Şaho Berhem 11ê Cotmeha 2022an de, di meşa şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Şinoyê hatibû girtin, û destpêkê bo yek ji navendên ewlehî yên bajarê Urmiyê û piştre ji bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin