Raporek li ser bidarvekirina girtiyekî Kurd li Xorasana Bakur

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê “Êsferayên” ê ser bi parêzgeha Xorasana Bakur, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye cîbicîkirin.

04 November 2023 20:14

 

Hengaw; Şemî 4ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê “Êsferayên” ê ser bi parêzgeha Xorasana Bakur, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 6ê Xezelwera 1402an (28ê Cotmeha 2023an) sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê “Êsferayên” ê bi navê “Dawûd Behzadî” yê temen 27 salî,  li girtîgeha navendî ya ser bi parêzgeha Xorasana Bakurê hatiye cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Dawûd Behzadî 7 sal beriya niha di temenê 20 saliyê de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya bidarvekirina Dawûd Behzadî piştî hefteyekê ji aliyê Hengawê ve hatiye mediyayîkirin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ev yeka ji aliyê medyayên hikûmî ve nehatiye ragihandin.


Di vî warî de zêde bixwînin