Seqiz; Rehman Mehmûdnijad ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Rehman Mehmûdnijad”, ji aliyê hejmarek ji hêzên ewlehî yên K

05 November 2023 10:23

 

Hengaw; Yekşemî 5ê Mijdara 2023an

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Rehman Mehmûdnijad”, ji aliyê hejmarek ji hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, berî nîvroya roja Şemî 04ê Mijdara 2023an, Rehman Mehmûdnijad yê temen 52 salî û xelkê gundê “Şîweto” yê ser bi Seqizê hate girtin.

Rahman Mehmûdnijad, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Seqizê ve hatiye girtin û wî welatiyê han piştî nîvroya roja Şemî di pêwendiyeke kurt a telefonî de daye zanîn, ku ji bo navenda dezgeha ewlehî ya bajarê Sinê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên serast derbarê sedemên girtina Rehman Mehmûdnijad û herwiha tohmetên hatinî sepandin li dijî vî welatiyê li ber dest nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin