Berzan Bazanî ji aliyê hêzên ewlehî li Ciwanroyê hate girtin

Welatiyekî ciwan ê xelkê bajarê “Ciwanro” yê bi navê “Berzan Bazanî” ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî ne

05 November 2023 11:54

 

Hengaw; Yekşemî 5ê Mijdara 2023an

Welatiyekî ciwan ê xelkê bajarê “Ciwanro” yê bi navê “Berzan Bazanî” ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Înê 3ê Mijdara 2023an, “Berzan Bazanî” yê welatiyê xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî yên di vî bajarî de hate girtin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, Berzan Bazanî binçav kirine û piştre bo cihekî nediyar veguhestine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û herwisa tohmtên li dijî wî hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin