Cezayê darvekirina girtiyê olî yê Kurd Qasim Abestê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hate cîbicîkirin

Cezayê darvekirina Qasim Abestê, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê, piştî nêzîkî 14 salan di g

05 November 2023 21:50

 

Hengaw; Yekşemî 5ê Mijdara 2023an

Cezayê darvekirina Qasim Abestê, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê, piştî nêzîkî 14 salan di girtîgehê de hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 5ê Mijdara 2023an, cezayê bidarvekirina Qasim Abestê yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê piştî derbaskirina 14 sal girtîgeh, li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hat cîbibîkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî şermezarkirina vê cinayetê, wê yekê wek bi binpêkariyên bingehîn ên mafê mirovî dihesibîne û li ser wê baweriyê ye ku jiyana mirovan divê cuda ji her baweriyên olî û mezhebî ku hebe divê rêz lê bê girtinê, heqê bawerî bi her olekê weke mafeke bingehîn tê zanîn û binpêkirina vê yekê ji rêya darvekirinê ve şerm e.

Qasim Abeste di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibû veguhestin.

Navbirî wek tohmetbarê rêza dawî yê dosyaya kuştina “Ebdulrehîm Tîna” tevî 6 çalakvanên din ên olî yên Kurd yên bi navên “Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xisrew Beşaret, Kamran Şêxe û Eyûb Kerîmî”, ji aliyê taya 28 a Dadgeha Şoreş ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse” ve, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî”, “çalakî li dijî hikûmetê”, “endamê girûpên Selefî” û "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) bi darvekirinê hatibûne cezakirin.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van 7 girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hat lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de ji aliyê taya 41 a Dîwana Bilind a Îranê bi serokatiya dadwer Razînî ve hatiye redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo taya 15 a dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin.

Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê taya 15 a Dadgeha Şoreş ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hate sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê taya 41 a Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin û roja duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebaî, parêzerê van heft girtiyên olî yên Kurd re hate ragihandin.

Ev heft girtiyên olî yên Kurd ku li girtîgeha Gohardeştê de dihatine ragirtin û 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhestin.

Qasim Abestê di van 14 salên ku di girtîgehê de bûye, tûşê nexweşiya penceşêra tîroîdê bibû û çendîn caran weke nîşaneya nerazîbûnê dest avêtibû greva birçîbûnê.


Di vî warî de zêde bixwînin