Avdanan; Mamoste Ehmed Elîzade hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhastin

Ehmed Elîzade, mamostayê û çalakvanê çandî yê xelkê bajarê Avdananê yê s

06 November 2023 10:51


Hengaw; Duşemî 6ê Mijdara 2023an

Ehmed Elîzade, mamostayê û çalakvanê çandî yê xelkê bajarê Avdananê yê ser bi parêzgeha Îlamê, ji bo derbaskirina cezayê 27 meh girtîgehê ji bo girtîgehê hate veguhastin. Ev çalakvanê çandî di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de jî hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 4ê Mijdara 2023an, Ehmed Elîzade, mamostayê 50 salî, piştî wê ku ji aliyê taya cîbicîkirina sizayên Dadseraya Giştî û Şoreş a bajarê Avdananê ve hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhastin.

Ev mamostaye berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Îlamê ve, bi tohmetên “propagande li dijî Komara Îslamî ya Îranê” û “xapandina hizra giştî” bi 27 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Ji aliyek dinê ve, Ehmed Elîzade bi cezayên zêde yên weke du sal dûrxistin ji mamostatiyê, 2 sal dûrxistin ji warê xwe bo bajarê Fenûc li Sîstan û Belûçistanê û salek jî qedexebûna çalakîkirin li nav torên civakî bi ser de hatine sepandin.

Ehmed Elîzade, roja Şemî 7ê Çileya 2023an, piştî gazîkirina bo dadgeha Avdananê, ji bo heyamekê hatibû binçavkirin. 

Hêjayî behskirinê ye ku navbirî di dawiya meha Îlona 2022an de li meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî li bajarê Avdananê hatibû girtin û piştî çend rojan bi awayekî demkî bi danîna barimteyê hate berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin