Sine; Jîla Hojebirî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

Jîla Hojebirî ya xelka bajarê Merîwanê ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îsla

07 February 2024 23:35

 

Hengaw; Çarşemî 7ê Şibata 2024an

Jîla Hojebirî ya xelka bajarê Merîwanê ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 7 sal girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û ji bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Jîla Hojebirî ya xelka bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo Birêvebirina Sizayan a bajarê Sine hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê 3ê sal û 8 meh girtîgehê, bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhetin.

Jîla Hojebirî li naverasta sala 2022an ji aliyê hêzên Îtilaata Bokanê ve hatibû girtin û piştî lêpêçînê bo beşa jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhestin, lê piştî midehekê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Navbirî sala borî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi serokatiya dadwer Kişawerzî bi tohmeta "endametî û hevkarîkirin digel Partiya Jiyana Azad" (PJAK)  bi 5 sal girtîgehê, “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi salek girtîgeh û “guhnedan bi fermanên hikûmetê” bi salek girtîgehê hatibû sizadan ku li gorî yasaya serhevkirina sizayan girantirîn siza wate 5 sal girtîgeh dê bê cîbicîkirin. 

Sizayê 5 sal girtîgeha Jîla paşê û piştî teslîm bi biryara dadwer, bo sê sal û heşt meh girtîgehê hate kêmkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin