Seqiz; Sê welatiyên ku di salvegera kuştina hikûmetî ya Jînayê de hatibûne girtin, bi girtîgehê hatine sizadan

Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên “Hîwa Cehanî, Hîw

14 February 2024 10:48

 

Hengaw; Çarşemî 14ê Şibata 2024an

Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên “Hîwa Cehanî, Hîwa Tatayî û Umîd Muqedes” ku di salvegera hikûmetî ya Jîna Emînî de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, sê kes ji welatiyên Seqizê yên bi navên “Hîwa Cehanî, Hîwa Tatayî û Umîd Muqedes” ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya Cewad Mistefayî, bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnan de û lihevhatin li dijî ewlehiya navxwe” bi girtîgehê hatine sizadan.

Pêka sizayê hatî danê, Hîwa Tatayî bi 3 sal û 6 meh girtîgehê û 2 sal qedexeya çûn bo derveyê welat hatiye sizadan. Herwisa Hîwa Cehanî û Umîd Muqedes her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hatine sizadan.

Hengaw agehdar bûye ku, sizayê 2 sal girtîgeha her yek ji Hîwa Cehanî û Umîd Muqedes, bi valakirina 35 milyon Tumen perê nexdî hatiye guherîn.

Ev sê welatiyên Kurd di salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de hevdem digel girtina bi kom a welatiyan li Seqizê hatibûne girtin û roja Sêşemî 17ê Cotmeha 2023an her yek ji wan bi danîna barimteya 900 milyon Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin