Sine; Esed Mihemedî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

Esed Mihemedî yê nasikirî bi (Mesûd Mihemed Qesriyan) ji çalakvanên medenî yê baj

07 February 2024 10:32

 

Hengaw; Çarşemî 7ê Şibata 2024an

Esed Mihemedî yê nasikirî bi (Mesûd Mihemed Qesriyan) ji çalakvanên medenî yê bajarê Sinê ku di vê dawiyê de bi girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 6ê Şibata 2024an, Esed Mihemedî ji çalakvanên medenî yê bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û ji bo derbaskirina heyama girtîgeha yek saliya xwe, bo girtîgeha navendî ya Sineyê hate veguhetin.

Hengaw agehdar bûye ku, Esed Mihemedî di vê dawiyê de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Esed Mihemedî, êvareya roja Duşemî 24ê Tîrmeha 2023an, li mala xwe a li bajarê Wîlaşehra Sinê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêjayê gotinê ye ku Bihar Ehmedî hevjîna vî çalakvanê medenî jî, di dawiya meha Tebaxê de hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin