Xalid Zamanî; 16 sal e bi bê mirexesî di girtîgehê de ye

Girtiyê sîyasî yê Kurd yê bi navê “Xalid Zamanî”, ku ji aliyê Dezgeha Dadwer

06 November 2023 20:11

 

Hengaw;  Duşemî 6ê Mijdara 2023an 

Girtiyê sîyasî yê Kurd yê bi navê “Xalid Zamanî”,  ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 30 sal girtîgehê hatiye sizadan,  tevî ku zêdetirî nîvê cezayê wî derbas bûye, lê heta niha ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Xalid Zamanî yê girtiyê siyasî yê Kurd, bavê 3 keç û kurekê û xelkê bajarê Xoyê, zêdetirî 15 sal û 4 meh e li  girtîgeha navendî ya Yezdê hatiye ragirtin û ji  mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin. 

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 5 sal berî niha di raporekê de li ser rewşa Xalid Zemanî dabû zanîn ku tevî lihevhatina girtîgeha Yezdê û îdareya Îtilaatê li bajarê Xoyê, Cîbicîkirina Sizayan a bajarê Xoyê li dijî mirexesiya navbirî derketiye û herwisa nivîsîbû: “Kesekî yasayî li beşa cîbicîkirina sizayan li Xoyê gotiye, ji ber Kurdbûn û Sunîbûna Xalid Zamanî, îzna sûdwergirtin ji mirexesiyê bi navbirî re nayê danê.”

Xalid Zamanî di 30ê Hezîran a 2008 an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin û piştre ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi serokatiya dadwer “Newrozî”, bi tohmeta “dijayetîkirina dewletê ji rêya endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê” (PJAK) bi birîna destê çep û lingê rastê hatibû sizadan.

Piştî ku Xalid Zamanî nerazîbûn nîşan da, ev cezaye ji bo Dîwana Bilind welat hate şandin û piştî pêdaçûna wî cezayî di Dadgehê Pêdaçûnê ya Urmiyê, bi 30 sal girtîgeh û dûrxistin ji bo girtîgeha navendî ya Yezdê hate guherîn.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd di dema girtinê de û li girtîgeha Îtilaat a Urmiyê bi tundî rastî îşkenceyên giran ên fîzikî û derûnî hatibû. Xalid Zemanî di 21ê Kanûna 2009an de, ji girtîgeha navendî ya bajarê Xoyê ji bo girtîgeha navendî ya Yezdê hatibû dûrxistin û heta niha li hember mirexesiya wî dijayetî hatiye kirin.

Rewşa aborî ya malbata Xalid jî piştî girtina wî gelekî xirab bûye û tenê rêya debara jiyana wan çekirina ferşan e.


Di vî warî de zêde bixwînin