Binab; girtin û nexuyabûna çarenivîsa Husên Paye welatiyê bajarê Nexedê

Welatiyekî Kurd ê rûniştiyê bajarê Binabê bi navê Husên Paye, ji 15 rojan berê niha ve ji aliy

06 November 2023 23:55

 

Hengaw; Duşemî 6ê Mijdara 2023an

Welatiyekî Kurd ê rûniştiyê bajarê Binabê bi navê Husên Paye, ji 15 rojan berê niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat desteserkirin û heya niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî ber dest nîne.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Husên Paye, welatiyê ciwan ê xelkê bajarê Nexedê û rûniştiyê Binabê, heyama 15 roj in ku ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhestin.

Li gor çavkaniyek agahdar, Husên Paye, heya niha ti peywendiyeke telefonî nebûye û lipeykevtinên malbatê ji derheq zanîna rewşa navbirî ji aliyê îdareya Îtilaata Binabê ve bêbersiv hatin hiştin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên hatinî sepandin li dijî Husên Paye û cih û rewşa ragirtina wî ti zanyariyek serast ber dest nînin.

Husên Paye; roja 22ê Cotmeha 2023an, di êrîşa hemarek ji hêzên Wezareta Îtilaatê li bajarê Binabê hatibû girtin


Di vî warî de zêde bixwînin