Rêgirîkirin li dana mafê mirexesiyê bi Suheyla Mihemedî re, girtiya siyasî ya Kurd tevî dabînkirina barimteya pêwîst

Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê, tevî rêke

07 November 2023 14:07

 

Hengaw; Sêşemî 7ê Mijdara 2023an

Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê, tevî rêkevtina berê, bi sedema rêgirîkirina berpirsên girtîgehê, hîna jî ji mafê mirexesiyê bê par e. Navbirî Di van sê salên borî de ew çend carane wek nîşana nerazîbûnê dest avêtiye greva birçîbûnê.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî a Hengawê, Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd û xelkê bajarê Selmasê ku di benda jinan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyê de girtiye, nêzîk sê mehane ku barimteyek giran bi qasî 2 milyar û 500 Milyon Tumenî bo wergirtina mirexesiyê hatiye dabînkirin, lê tevî vê yekê rayedarên girtîgehê  daxwaza wê red kirine.

Suheyla Mihemedî ji roja Şemî 5ê Tebaxa îsal heta 8ê heman mehê, dest avêtibû greva birçîbûnê û di bin zext û sozên pêdana mirexesiyê ji aliyê îdareya Îtilaatê û rayedarên girtîgehê ve, dawî bi greva xwe anî bû.

Li gor çavkaniyên Hengawê ji girtîgeha Urmiyê, Suheyla Mihemedî ji ber cudaketina 3 salan ji zarokê biçûkê xwe û herwiha zextên navendên hikûmetî di heyama lêpirsîn û binçavkirinê de di rewşeke nebaş a derûnî û fîzîkî de ye ku ew yek cihê nîgeraniyê ye.

Ev girtiya siyasî tevî ku 3 sal ji cezayê xwe yê 5 salan re derbas dike, hê jî ji mafê mirexesiyê û azadkirina demkî bêpar e.

Hêjayî gotinê ye ku, Suheyla Mihemedî dayîka zarokekê ye ,di meha Adara sala 2023an de, bi sedema zextên navendên ewlehiyê yên hikûmetî û astengkirin û hencetên wan bi nedana mafê mirexesî û lêborîna giştî, bi rêya lêdana kêrê li sîngê xwe hewla xwekujiyê kiribû ku ji aliyê hevbendiyên xwe ve hat rizgarkirin.

Ev girtiya siyasî, di payîza sala 2020an de li bajarê Selmasê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hat girtin û piştî çend mehan ji lêpirsînê, bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhestin.

Suheyla Mihemedî piştre ji aliyê taya 1 a Dadgeha Şoreşa Urmiyê bi tohmeta endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), 5 sal girtîgehê bi ser de hat sepandin û ji wê demê ve bi bê mafê mirexesiyê di benda jinan a girtîgeha Navendî a Urmiyê de hatiye ragirtin.


Di vî warî de zêde bixwînin