Sine; 2 bira ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin

Xalid Şêx Ehmedî û Saman Şêx Ehmedî, du birayên xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ên Komara Îslamî

07 November 2023 15:40

 

Hengaw; Sêşemî 7ê Mijdara 2023an

Xalid Şêx Ehmedî û Saman Şêx Ehmedî, du birayên xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin deteserkirin û bo cihekî nexuya hatin veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 4ê Mijdara 2023an, Xalid Şêx Ehmedî ê temen 39 salî û birayê wî, Saman Şêx Ehmedî ê temen 28 salî li bajarê Sine hatine girtin.

Ev her du bira piştî ku ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin bo cihekî nediyar hatin veguhestin û lipeykevtinên malbatê bo zanîna rewşa wan bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyên serast ji derheq sedemên girtin û herwisa tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin li ber dest nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin