Kuştin û birîndarbûna herî kêm 9 kolberan li sînorê Bane û Newsûdê

Kolberekî xelkê bajarê Seqizê ê bi navê Azad Setarpenah, bi teqeya rasterast a hêzên sinorî ve l

08 November 2023 11:53

 

Hengaw; Çarşemî 8ê Mijdara 2023an

Kolberekî xelkê bajarê Seqizê ê bi navê Azad Setarpenah, bi teqeya rasterast a hêzên sinorî ve li sînorê "Hengejel" a Banê hat kuştin û herî kêm 7 kolberên din jî li sînorê Newsûd a banê bi guleyên rasterast ên van hêzan birîndar bûn. Di heman demê de kolberek jî bi avêtina keviran ji aliyê van hêzane ve ser û perasû ê wî şikestine.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja sêşemî 7ê Mijdara 2023an,  hêzên sînorî (heng merzî) yên cihgir li ser sînorê Hengejel a Banê, gule reşandine li hejmarek kolberan û kolberekî bi navê Azad Setarpenah ê temen 43 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Dereziyaret" a ser bi bajarê Seqezê hat kuştin.

Di heman demê de kolberek din ê xelkê gundê “Drepenbedan”a ser bi bajarê Seqizê bi navê Seracedîn, bi gulleyên van hêzane ve bi dijwarî birîndar bû û bo navendên pizîşkî yên Banê hat veguhestin. Ev kolbere du guleyên van hêzane lê ketiye.

Ji aliyeke din ve û di heman demê de jî, hêzên sînorî li sînorê Newsûd ê parêzgeha Kirmaşanê, di encama gule reşandina bi hejmarek kolberan re herî kêm 6 kolberên xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûne. Ev kolberane ji aliyê zik, kemer û dest ve bûne armanca guleyên saçmeyî û bo çareseriya pizîşkî bo Nexweşxaneya Quds a Paweyê hatin veguhestin. Nasnameya 2 kes ji van kolberan ên bi navê Saman Ezîzî û yek jî bi nasnava Behramî bo Hengawê hatiye eşkerekirin ku vîdyoya wan jî li nexweşxaneyê hatiye belavkirin.Nasnameya 4 kolberên din jî tê lêkolînkirin.

Di heman rojê de li sînorê Newsûdê kolberekî xelkê gundê "Tîn" yê girêdayî Bayingan ê bi navê Teyib Xesrewî ji aliyê hêzên sînorî ve dayne ber keviran û di encamê de ser û perasû yê wî şikestine. Hat ragihandin ku rewşa vî kolberê nebaş e.


Di vî warî de zêde bixwînin