Hejmara Kuştin û birîndarbûna kolberan li sînorê Bane û Newsûdê derket 15 kesan

Kolberekî xelkê bajarê Seqizê ê bi navê Azad Setarpenah, bi teqeya rasterast a hê

08 November 2023 14:47

 

Hengaw; Çarşemî 8ê Mijdara 2023an

Kolberekî xelkê bajarê Seqizê ê bi navê Azad Setarpenah, bi teqeya rasterast a hêzên sinorî ve li sînorê "Hengejel" a Banê hat kuştin û herî kêm 13 kolberên din ku di nav wan de nûciwanek hebûye, li sînorê Newsûd a banê bi guleyên rasterast ên van hêzan birîndar bûne. Di heman demê de kolberek jî bi avêtina keviran ji aliyê van hêzane ve ser û perasû ê wî şikestine.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Sêşemî 7ê Mijdara 2023an,  hêzên sînorî (heng merzî) yên cihgir li ser sînorê Hengejel a Banê, gule reşandine li hejmarek kolberan û kolberekî bi navê Azad Setarpenah ê temen 43 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Dereziyaret" a ser bi bajarê Seqizê hat kuştin.

Di heman demê de 3 kolberên din ê xelkê Seqizê bi navên Nasir Ehmedî, Muslim Ehmedî û Seracedîn û digel kolberekî din ê xelkê bajarê Banê bi navê Mihemed Emîn bi teqeya rasterast a van hêzane bi dijwarî birîndarbûye û bo navendên‌ dermanî ên bajarê Banê hat veguhestin. Ev kolbere du guleyên van hêzane lê ketiye.

Ji aliyeke din ve û di heman demê de jî, hêzên sînorî li sînorê Newsûd ê parêzgeha Kirmaşanê, di encama gule reşandina bi hejmarek kolberan re herî kêm 6 kolberên xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûne. Ev kolberane ji aliyê zik, kemer û dest ve bûne armanca guleyên saçmeyî û bo çareseriya pizîşkî bo Nexweşxaneya Quds a Paweyê hatin veguhestin. Nasnameya 2 kes ji van kolberan ên bi navê Saman Ezîzî û yek jî bi nasnava  Akam Behramî bo Hengawê hatiye eşkerekirin ku vîdyoya wan jî li nexweşxaneyê hatiye belavkirin.Nasnameya 4 kolberên din jî tê lêkolînkirin.

Di heman rojê de li sînorê Newsûdê kolberekî xelkê gundê "Tîn" yê girêdayî Bayingan ê bi navê Teyib Xesrewî ji aliyê hêzên sînorî ve dayne ber keviran û di encamê de ser û perasû yê wî şikestine. Hat ragihandin ku rewşa vî kolber nebaş e.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Hengawê, roja Çarşemî 8ê Mijdarê jî, li sînorê Newsûdê kolberekî temen 16 salî xelkê Nodşe ê bi navê “Mubeîn” di dema kolberiyê de li sînorê vî bajarê bi guleyên rasterast a hêzên sînorî birîndarbûye û bo navendên dermanî hatiye veguheatin. Ev kolberê nûciwan bi çeka şer a keleşnîkovê ve bûye armanca teqekirina van hêzane.

Di berdewamiya gullereşandina bi zanebûn û rasterast ber bi Kolberan ve, roja Duşemî 6ê Mijdarê, li sînorê Hengejal a Banê kolberekî bi navê Semîh Xelîlî xelkê Serdeştê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê ve ji nêzîk ve bûye armanca teqekirina van hêzane û bi giranî birîndar bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin