Girtiyekî xelkê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê xelkê Rewansera Kirmaşanê yê bi navê Ferhad Aqayî di girtîge

08 November 2023 16:07

 

Hengaw: Çarşemî 8ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê xelkê Rewansera Kirmaşanê yê bi navê Ferhad Aqayî di girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê de hate cîbicîkirin. Ev girtiyê han berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 8ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Ferhad Aqayî yê temen 32 salî û xelkê gundê Bewirava yê ser bi bajarê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilabad) de hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ferhad Aqayî 7 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn a birazayê xwe bi mebesta dizîna zêran, hatibû girtin û paşê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina Fehad Aqayî, hete dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Hêza Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin