Kirmaşan; Girtin û nexuyabûna qedera du welatiyên ciwan

Nîma Elmasî yê xelkê Serpêla Zehaw û Emîr Ehmedî yê xelkê bajarê Gehwarê yê ser bi parêzgeha

08 November 2023 17:58

 

Hengaw; Çarşemî 8ê Mijdara 2023an

Nîma Elmasî yê xelkê Serpêla Zehaw û Emîr Ehmedî yê xelkê bajarê Gehwarê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku nêzîkî çil roj berî niha, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nêzî 40 roj berî niha Nîma Elmasî yê temen 18 salî û Emîr Ehmedî yê temen 22 salî, piştî wê ku ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibûne girtin, bo yek ji girtîgehên vê saziya ewlehî li Kirmaşanê hatibûne veguhestin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Nîma Elmasî û Emîr Ehmedî di vê heyamê de tenê pêwendiyek kurt a telefonî hebûne û ti zanyariyên serast di derbarê cih û rewşa binçavkirina wan de ber dest nîne ku ev yeka jî bûye sedema dilgiraniya micid a malbatên wan.

Ev du ciwananên han ku berê wek “alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê”, li Herêma Kurdistanê pêşîneya çalakiyên siyasî hebûne, piştî vegerîyana bo welat bi bê hişyariya pêşwext a saziyên hikûmetî, her demûdest hatine girtin.

Nîma Elmasî û Emîr Ehmedî, di hefteya yekem a meha Îlona îsal borî de, piştî vegeriyana bo Îranê hatibûn binçavkirin û bo yek ji girtîgehên Wezareta Îtilaatê ya Kirmaşanê hatibûne veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin