Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li ser sînorê Baneyê hat birîndarkirin

Hêzên Sînorî (Heng Merzî) yên cihgir li ser sînorê bajarê Banê ve rasterast te

08 November 2023 23:14

 

Hengaw; Çarşemî 8ê Mijdara 2023an


Hêzên Sînorî (Heng Merzî) yên cihgir li ser sînorê bajarê Banê ve rasterast teqe li karwaneke kolberan kirin ku di encamê de kolberekî bi navê Barzan naskirî bi (Barzan Naneva) bi giranî birîndar bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Çarşemî 8ê Mijdara 2023an, kolberekî bi navê Barzan (nasnavê wî nediyar e) ê xelkê bajarê Baneyê, bi teqeya raserast a hêzên sînorî li ser sînorê "Hengejal" a vî bajarê birîndar bûye.

Li gor çavkaniyeke agahdar, ev kolbere bi sedema teqeya rasterast a hêzên hikûmetê ve bi dijwarî birîndar bûye û rewşa tendirustiya wî nebaş e.

Lo gor zanyariyên Hengawê, ew kolberê han bi sedema kûrahiya birînên xwe bo yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Banê hatiye veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin