Li ser sînorê Banê şer û pevçûneke çekdarî rû da

Şer û pevçûneke çekdarî di navbera hêzên Spaha Pasdaran û gerîlayên Partiy

09 November 2023 13:00

 

Hengaw; Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an

Şer û pevçûneke çekdarî di navbera hêzên Spaha Pasdaran û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de li ser sînorê bajarê Baneyê rû da û heta niha ti zanyariyên serast derbarê egera ziyan û xisarên vê pêvçûnê li ber dest nînin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî a Hengawê, demjimêr 6ê serêsibêdeha îro Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an, li ser sînorê Baneyê û li nêzîk gundê (Nijo) şer û pevçûneke dijwar di navbera hêzên Spaha Pasdaran û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de rû da.

Çavkaniyên Hengawê ji Baneyê dane zanîn ku ev pevçûn heta demjimêr 9ê sibêdeha îro dom kiriye û amaje bi wê yeke kirin ku ev pevçûn piştî wê yekê qewimî ku şeva borî çend otombîlên tijî ji hêzên Spaha Pasdaran li derdora vî gundî bi cih bûne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên serast derbarê ziyan û xisarên şerê di navbera her du aliyan de li ber dest nînin û medyayên Spaha Pasdaran û herwiha medyayên PJAKê heta niha nûçeya vê pevçûnê belav nekirine.


Di vî warî de zêde bixwînin