Tehran; Pexşan Ezîzî yê girtiyê siyasî yê berê çarenivîsa wî herwisa nediyar e

Pexşan Ezîzî yê rojnamevan, hevkarê civakî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd, 3 meh û

09 November 2023 15:10

 

Hengaw; Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an

Pexşan Ezîzî yê rojnamevan, hevkarê civakî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd, 3 meh û 5 roj berî niha hate girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e û li girtîgeha Êvînê tê ragirtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Pexşan Ezîzî ku derçûyê beşa hevkariya civakî ye, nêzî 97 roj berî niha ku li Tehranê hatibû binçavkirin, di benda 209 a girtîgeha Êvînê ya Wezareta Îtilaatê de dimîne û ji çarenivîsa wî ti agehiyek nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Pexşan Ezîzî ji heyama ku bi ser girtina wî ya dawî re derbas bûye, ji mafê destpêregihîştin bi parêzer, hevdîtinên kesî û herwisa ji pêwendiya telefonê bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Navbirî 4ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li şehreka Xerazî ya Tehranê hatibû girtin.

Hengaw agehdar bûye ku, bi wî girtiyê siyasî sê berê re, bav, dayîk, zava, xwîşk û xwarzayê wî yê 16 salî hatibûne girtin ku ew piştî çend rojan hatibûne berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê, hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara 2010an, piştî 4 mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dan.


Di vî warî de zêde bixwînin