Serdeşt; Kolberek bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetê birîndar bû

Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê Serdeştê rasterast teqe li komek kolberan kirin û di encamê de kolberê bi navê Keywan

09 November 2023 21:22

 

Hengaw; Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an 


Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê Serdeştê rasterast teqe li komek kolberan kirin û di encamê de kolberê bi navê Keywan Îsmaîlpûr bi giranî birîndar bû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 7ê Mijdara 2023an, kolberê Kurd ê bi navê Keywan Îsmaîlpûr yê temen 23 salî û xelkê Serdeştê bi gulleyên rasterast ên hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên li ser sînorê Serdeştê, bi giranî birîndar bûye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê birîndarbûyî ji bo çareseriya pizîşkî bo yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Serdeştê hatiye veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin