Merîwan; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Yedulah Nadirî

Yedulah Nadirî yê xelkê Merîwanê, nêzî mehek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî y

09 November 2023 21:32

 

Hengaw;  Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an 


Yedulah Nadirî yê xelkê Merîwanê, nêzî mehek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û heta niha ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Yedulah Nadirî yê 32 salî û xelkê bajarê Merîwanê, heyama mehekê ye ku piştî girtina ji aliyê îdareya Îtilaatê ve, bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Yedulah Nadirî di vê heyamê de ji hevdîtinê hatiye bêparkirin û ti pêwendiyeke telefonî nebûye û ev yeka jî bûye sedema dilgiraniya cidî li ser tendirustiya wî.

Ev welatiyê Kurd ku berê weke endamê Komelê di Herêma Kurdistanê de pêşîneya çalakiyên siyasî hebû, mehek berî niha bi agehdariya saziyên ewlehî vegeriyabû Îranê û ji aliyê Îtilaata Merîwanê ve hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin