Kirmaşan; Çar endamên Civata Şêwreyî ya Çalakvanên Medenî yên Yarasanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Çar endamên Civata Şêwreyî ya Çalakvanên Medenî yên Yarasanê, “Seyîd Emîn Ebasî, Xeyr

10 November 2023 17:38

 

Hengaw; Înê 10ê Mijdara 2023an

Çar endamên Civata Şêwreyî ya Çalakvanên Medenî yên Yarasanê, “Seyîd Emîn Ebasî, Xeyrulah Hefcoyan, Pakzad Tahirî û Newşad Tahirî”  ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 10ê Mijdara 2023an, “Seyîd Emîn Ebasî, Xeyrulah Hefcoyan, Pakzad Tahirî û Newşad Tahirî” li xala lêkolînê ya “Pataq”ê ya di 15 kîlometreya rêya Serpêla Zehaw bo Kirmaşanê de hatine girtin.

Ev endamên Civata Şêwreyî ya Çalakvanên Medenî yên Yarasanê piştî hevdîtina bi “Siyaweş Heyatî” yê Berdevkê Civata Şêwreyî ya Çalakiyên Medenî û Sekreterê Eniya Yekgirtî ya Kurd re, ku niha di mirexesiyê de ye, dema ku ji Qesra Şîrîn vedigeriyan, hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û herwisa tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.

Siyawaş Heyatî, roja Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an, piştî derbaskirina nîv sal girtîgeha xwe, ji girtîgeha Dizlabadê hate mirexesiyê. Navbirî Di 13ê Gulana îsal de hatibû girtin û ji bo cîbicîkirina cezayê bi ser de hatî sepandin, ji bo girtîgehê hatibû veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin