Birîndarbûna 5 kolberan li ser sînorê Banê

Di heyama rojên borî de, aliyê kêm pênc kolber ên xelkê bajarên Sine, Seqiz û Bane

11 November 2023 11:22

 

Hengaw; 11ê Mijdara 2023an

Di heyama rojên borî de, aliyê kêm pênc kolber ên xelkê bajarên Sine, Seqiz û Bane di dema kolberiyê de li ser sînorê "Hengejale" yê girêdayî Banê bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hatibûne birîndarkirin ku yek ji wan yê bi navê Kamran Rehîmî ji bo navenda dermanî ya Tewrêzê hatibû veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an, Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir di sînorê Hengejale yê Banê de hejmarek ji kolberên Kurd dane ber gulleyan û kolberekî Kurd ê bi navê Kamran Rehîmî yê xelkê Banê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, Kamran Rehîmî xîzandar û bavê du zarokan e û navbirî ji aliyê çav ve bi dijwarî hatiye birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî yên Tewrêzê hatiye veguhastin.

Herwisa roja Pêncşemî 7ê Mijdara 2023an, du kolberên din ên bi navên "Hadî û Zanko" yên xelkê bajarê Seqizê û kolberek din yê bi navê "Mihemed" digel kolberek din ê xelkê Seqizê ku hê nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, li sînorê Hengejale yê bajarê Banê bi gullereşandina Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Ev çar kolberên han ji aliyê pişt, ran û zend ve bibûne armanca gulleyên saşmeyî û bi dijwarî birîndar bibûn û ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê hatibûne veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin