Urmiye; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Seyad Derwîşî

Seyad Derwîşî yê birayê ciwanê Kurd “Fercad Derwîşî” yê canjidestdayî şoreşa J

11 November 2023 14:31

 

Hengaw; Şemî 11ê Mijdara 2023an 

Seyad Derwîşî yê birayê ciwanê Kurd “Fercad Derwîşî” yê canjidestdayî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, heyama du heftî berî niha li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenivîsa wî nediyar e.

Li gor rapora ku gihîştiye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li 23ê Cotmeha 2023an, Seyad Derwîşî, endamê malbata dadxwaz, di yek ji şeqamên bajarê Urmiyê de, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatiye girtin û derbarê çarenivîsa wî ti zanyariyek nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tometên li dijî Seyad Derwîşî hatinî sepandin û rewşa wî di girtîgehê de, ti zanyariyek ber dest nîne.

Malbata Derwîşî di meha Tebaxa 2023an de, çend roj beriya salroja canjidestdana “Fercad Derwîşî”,  çend caran rastî gefan hatiye û di dawiyê de rê li ber lidarxistina merasima bîranîna Fercad Derwîşî li ser gora wî hate girtin.

Herwiha di van heyamên borî de jî, car din ji ber wergirtina “diye” û paşekêşekirin ji sikalaya xwe, zext li malbata Fercad Derwîşî hatibû kirin.

Fercad Derwîşî yê temen 23 salî, xelkê gundê Balavê yê ser bi bajarê Urmiyê, êvariya roja Sêşemî 20ê Îlona 2022an, li şeqama “Welîesr” a bajarê Urmiyê bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetê birîndar bû û di dema veguhestina bo navendên pizîşkî de canê xwe ji dest da


Di vî warî de zêde bixwînin