Xoye; Girtin û nexuyabûna qedera Mûsa Muradî

11 November 2023 19:14

 

Hengaw; 11ê Mijdara 2023an

Mûsa Muradî, welatiyê Kurd ê xelkê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû binçavkirin, tevî derbasbûna sê hefteyan, ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hegawê, Mûsa Muradî yê temen 50 salî û xelkê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê, heyama 20 roja ne ku ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhestin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, Mûsa Muradî di heyama vê dawiyê de ku hatiye girtin, ji mafên xwe yên wek destpêragihîştin bi parêzer, hevdîtina rû bi rû û pêwendiya telefonî hatiye bêparkirin.

Mûsa Muradî ku bi karê pînekirina pêlavan re dixebitî, roja Înê 20ê Cotmeha 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Xoyê hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin