Heft kolberên Kurd li ser sînorê Banê bi teqeya hêzên hikûmetî hatine birîndarkirin

Xalid Xoşnûdî û 6 kolberên din ên bi navên Eşkan, Enwer, Karzan, Rehman, Muxtar û Bêhrûz

12 November 2023 12:39

 

Hengaw; 12ê Mijdara 2023an

Xalid Xoşnûdî û 6 kolberên din ên bi navên Eşkan, Enwer, Karzan, Rehman, Muxtar û Bêhrûz bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ên cihgir li sînorê “Hengejale” yê ser bi Baneyê bi giranî birîndar bûn. Rewşa 2 kes ji van kolberan xirab e.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Şemî 11ê Mijdara 2023an, Xalid Xoşnûdî yê xelkê Seqizê û Eşkan, Enwer û Karzan yên xelkê gundê “Kîle Şîn” yê ser bi vî bajarî, bi teqeya hêzên çekdar li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin.

Herwiha 3 kolberên din ku heta niha nasnavê wan nediyar e, bi navên Rehman yê xelkê Dîwandere, Muxtar yê xelkê Merîwan û Bêhrûz yê xelkê Bane, bi van 4 kolberên xelkê Seqizê re, bi gulleyên çekên saçmeyî bi giranî birîndar bûne.

Di vê navberê de kolberê Merîwanê yê bi navê Muxtar ku 15 gulle li laşê wî ketibûn, ji ber giraniya birînên xwe ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin. Herwiha Bêhroz yê kolberê xelkê Baneyê jî bibû armanca panzdeh gulleyên saçmî û rewşa wî bi xirabî hatiye ragihandin.


Di vî warî de zêde bixwînin