Nasnameya du girtiyên darvekirî yên li girtîgeha Kirmaşanê hatine eşkerekirin

Bi eşkerebûna nasnameya girtiyek bidarvekirî yê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê, bi n

12 November 2023 15:04

 

Hengaw; 12ê Mijdara 2023an

Bi eşkerebûna nasnameya girtiyek bidarvekirî yê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê, bi nasnameya Elîriza Pertûyî yê xelkê Sunqur û Keliyayî, hejmara girtiyên ku di vê girtîgehê de hatine darvekirin, gihîşte 2 kesan.  Hengaw berê di derbarê darvekirina Ferhad Aqayî de nûçeyek weşandibû.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 8ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina welatiyê Kurd yê bi navê “Elîriza Pertûyî” yê xelkê bajarê Sungur û Kilyayî yê ser bi Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Elîriza Pertûyî, heşt sal berî niha ji ber “kuştina bi zanebûna a birayê xwe bi çekê”, hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan.

Hêjayî behskirinê ye ku, termê wî girtiyê darvekirî piştî veguhsatin bo cihê nîştecihbûna malabata wî, di taxa “Baqir Abad” a ser bi bajarê Qerçeka Tehranê de, bi axê hate spartin.

Hengawê berê ji darvekirina girtiyê bi navê “Ferhad Aqayî” yê xelkê gundê Bewirava yê ser bi bajarê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn a birazayê xwe bi mezebeta dizîna zêran”, nûçeyek weşandibû.


Di vî warî de zêde bixwînin