Sine; Sebah Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Sebah Ehmedî yê xelkê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihek

12 November 2023 21:46

 

Hengaw; Yekşemî 12ê Mijdara 2023an 

Sebah Ehmedî yê xelkê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 12ê Mijdara 2023an, Sebah Ehmedî yê temen 29 salî û xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev ciwanê Kurd di dema êrîşa hejmarek ji hêzên ewlehî li ser dukana wî ya mikanîkî li taxa "Karamûzî" ya bajarê Sinê hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derbarê sedemên girtina vî welatiyê Kurd û tohmetên bi ser de hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin