Raporek li ser birîndarbûna du kolberan li ser sînorê Banê; di heyama 50 rojan de 31 kolber li ser sînorê Banê bûne qurbanî

Du kolberên ciwan ên xelkê Seqiz û Merîwamê yên bi navên “Yûnis Qadirî û Nerîman Saidî” di dem

13 November 2023 11:21


Hengaw; Duşemî 13ê Mijdara 2023an

Du kolberên ciwan ên xelkê Seqiz û Merîwamê yên bi navên “Yûnis Qadirî û Nerîman Saidî” di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin. Di heyama 50 rojan de li ser sînorê Banê 31 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 12ê Mijdara 2023an, Hêzên Sînorî yên cihgir li ser sînorê "Hengejale" yê Baneyê hejmarek kolber dane ber gulleyan û di encama vê gullereşandinê de Yûnis Qadirî yê temen 19 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bû û ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê hate veghestin.

Herwiha roja Şemî 11ê Mijdarê jî, li ser heman sînorê kolberekî ciwan yê xelkê gundê Duyîse yê ser bi bajarê Merîwanê bi navê Nerîman Saidî, di dema kolberiyê de bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî, ji aliyê zend û pişta xwe ve birîndar bû û ji bo tedawiyê bo navendên dermanî hate veguhestin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka demsala Payîzê ve heta niha (heyama 50 rojan) li ser sînorên bajarê Banê herî kêm 3 kolber bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine kuştin û 28 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin