Îlam; Nigeraniyên li ser rewşa tendirustî ya Mêhrab Koşa piştî gullereşandin û revandina wî ji aliyê hêzên ewlehî ve

Mêhrab Koşa yê ciwanê Kurd yê temen 27 salî û xelkê bajarê Eywanê yê ser bi parêzgeh

13 November 2023 12:03

 

Hengaw; Duşemî 13ê Mjidara 2023an

Mêhrab Koşa yê ciwanê Kurd yê temen 27 salî û xelkê bajarê Karzanê yê ser bi parêzgeha Îlamê, piştî gullereşandina rasterast a hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, hate binçavkirin. Ev ciwanê han bi dijwarî hate birîndarkirin û tendirustiya wî di metirsiyê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 11ê Mijdara 2023an, Mêhrab Koşa yê xelkê bajarê Karzanê li yek ji şeqamên ku diçe bo bajarê Karzan ê girêdayî parêzgeha Îlamê bi gullereşandina rasterast a hêzên Wezareta Îtilaatê hate birîndarkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, di demekê de ku Mêhrab Koşa ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bibû, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve tê girtin û bo cihekî nediyar tê veguhestin.

Lipeykevtinên derheq agehdarbûn ji rewşa Mêhrab Koşa piştî birîndarkirin û girtinê bê encam  maye û heya dema belavbûna vê nûçeyê di derbarê rewşa tendirustî û ragirtina wî de ti zanyariyek li ber dest nînin.

Mêhrab Koşa berî jî, di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de, aliyê kêm carekê bo îdareya Îtilaatê li Karzanê hatibû gazîkirin û rastî gefxwarinê hetibû.


Di vî warî de zêde bixwînin