Birîndarbûna kolberekê bi teqeya Hêzên Sînorî li Banê

Kolberê Kurd yê bi navê "Îhsan Îsmayîlzade" yê xelkê bajarê Mehabadê bi gulle

13 November 2023 15:33

 

Hengaw; Duşemî 13ê Mijdara 2023an

Kolberê Kurd yê bi navê "Îhsan Îsmayîlzade" yê xelkê bajarê Mehabadê bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên hikûmetî li sînorê "Hengejale" yê Banê bi dijwarî hate birîndarkirin û rewşa wî piştî veguhastin bo nexweşxanê bi xirab hatiye ragihandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 12ê Mijdara 2023an, kolberekî Kurd ê bi navê "Îhsan Îsmayîlzade" yê temen 28 salî, xelkê bajarê Mehabadê, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê "Hengejale" yê Banê birîndar bû.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê han ku ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bibû, ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hate veguhestin û rewşa wî xirab e.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka demsala Payîzê ve heta niha (heyama 50 rojan) li ser sînorên bajarê Banê herî kêm 3 kolber bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine kuştin û 29 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin