Osman Îsmayîlî ji bo girtîgeha Seqizê hate veguhestin

Çalakvanê kedkarî yê Kurd, "Osman Îsmayîlî" yê xelkê Seqizê ku bi 16 meh girtîgehê hatibû sizadan, ji bo girtîgeha

13 November 2023 21:14

 

Hengaw; Duşemî 13ê Mijdara 2023an 


Çalakvanê kedkarî yê Kurd, "Osman Îsmayîlî" yê xelkê Seqizê ku bi 16 meh girtîgehê hatibû sizadan, ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 13ê Mijdara 2023an, Osman Îsmayîlî piştî gazîkirin bo Taya Yekm a Dadgeha Giştî û Şoreş a Seqizê, hate girtin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê hate veguhestin. 

Osman Îsmayîlî di naverasta meha Tebaxa îsal de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê bi serokatiya dadwer "Mistefayî" bi tohmeta “endamtê Komele”yê bi 31 meh û 15 roj girtîgeh û bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê di merasima biaxspartina Jina Emînî de” bi 7 meh û 15 roj girtîgehê hatibû sizadan ku bi giştî dibe 39 meh girtîgeh, lê sizayê wî bo 16 mehan hate kêmkirin.

Ev çalakvanê kedkarî yê Kurd, roja Duşemî 17ê Nîsana 2023an, piştî 70 roj binçavkirinê, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Seqizê hate azadkirin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku Osman Îsmayîlî yek ji çalakvanê naskirî yê kedkarî li bajarê Seqizê ye ku di salên borî de gelek caran ji aliyê saziyên hikûmetê ve hatiye girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin