Sizayê darvekirina du girtiyan di girtîgeha Qizilhesarê de hate cîbicîkirin

Du girtî yên bi navên Mihemed Husên Girawend û Kiyûmers Xulamî, li girtîgeha Qizi

08 January 2024 15:23

 

Hengaw; Duşemî 8ê Çileya 2024an

Du girtî yên bi navên Mihemed Husên Girawend û Kiyûmers Xulamî, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatine darvekirin. Ev du girtiyên han beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 8ê Çileya 2024an, Kiyûmers Xulamî, girtiyê temen 41salî û xelkê bajarê Serablê yê girêdayî parêzgeha Îlamê û Mihemed Husên Girawend, girtiyê xelkê bajarê Kohdeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê di girtîgeha Qizilhesarê de hatine darvekirin.

Ev du girtiyên han, roja Yekşemî 7ê Çileyê, ji beşa du ya benda 15 a girtîgeha Qizilhesarê ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibûne veguhestin.

Mihemed Husên Girawend û Kiyûmers Xulamî, beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya davekirina van girtiyan di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin