Sizayê darvekirina aliyê kêm 122 girtiyan di meha Mijdara 2023an de li girtîgehên Îranê hatine cîbicîkirin

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 122 girtiyan di girtîgehên

02 December 2023 23:02


Hengaw; Şemî 2ê Kanûna 2023an

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 122 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine cîbicîkirin. Ev amare li gor maha Cotmehê 44 halet wate %56.5 zêde bûye. Di meha Cotmehê de sizayê darvekirina 78 girtiyan hatiye tomarkirin. Di meha borî de her du rojan 9 girtî hatine îdamkirin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziyê Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Mijdara 2023an de aliyê kêm sizayê darvekirina 122 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatine cîbicîkirin ku zêdetirîn halet bi 56 haletan, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûne.

Di meha borî de aliyê kêm 11 girtiyên siyasî û olî hatine îdamkirin. Herwisa, sizayê darvekirina herî kêm du nûciwanan û du jin jî di girtîgehên "Sebzawar, Çabehar, Kirman û Reştê" de hatine cîbicîkirin.

Li gorî vê amarê, di heyama meha Mijdarê de aliyê kêm sizayê darvekirina 23 girtiyên Belûç wate %19 û 19 girtiyên Kurd wate %15.5 ji gelempera girtiyên hatinî darvekirin hatiye cîbicîkirin. Herwisa herî kêm 8 girtiyên Tirk, 5 girtiyên Lor û Bextiyarî û 5 girtiyên Gîlek û 3 welatiyên Efxanistanê jî di meha borî de li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Piraniya girtiyan di girtîgehên parêzgeha Elborzê de hatibe cîbicîkirin ku 39 halet in. Di girtîgehên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de 13 halet, parêzgeha Fars 12 halet û parêzgeha Îsfehanê jî 5 halet hatine tomarkirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Zêdetirîn girtiyên ku di meha Mijdarê de hatine darvekirin bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan ku 56 halet wate %46 ji gelempera haletan bûye.

Çalakvanên siyasî û olî: 11 halet 

Bi tohmetên kuştina bi zanebûn: 53 halet

Bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber: 56 halet

Bi tohmeta destdirêjî: 1 halet

Bi tohmeta dizîkirina bi çekê re: 1 halet


Di vî warî de zêde bixwînin