Sizayê darvekirina 4 girtiyan di girtîgeha navendî ya Kerecê de hate cîbicîkirin

Sizayê darvekirina aliyê kêm 4 girtiyan ên bi navê Mucteba Emîrî, Menûçêhr Berzger Gî

05 December 2023 18:29

 

Hengaw; Sêşemî 5ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina aliyê kêm 4 girtiyan ên bi navê Mucteba Emîrî, Menûçêhr Berzger Gîzerûd, Sasan Melekî û Mehdî Muradî di girtîgeha navendî ya Kerecê de hate cîbicîkirin. Ev girtiyên han berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûn sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 5ê Kanûna 2023an, Mucteba Emîrî yê xelkê bajarê Hersînê, Menûçêhr Berzger Gîzerûd, girtiyê xelkê Delfanê û du girtiyên dinê yên bi navê Mehdî Muradî û Sasan Melekî di girtîgeha navendî ya Kerecê de hatine darvekirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, ev 4 girtiyên han, berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûn sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin