Sizayê darvekirina aliyê kêm sê girtiyên Kurd di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate cîbicîkirin

Sizayê darvekirina aliyê kêm sê girtiyên Kurd yên xelkê Urmiyê yên bi navên “E

08 December 2023 11:39

 

Hengaw; Înê 8ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina aliyê kêm sê girtiyên Kurd yên xelkê Urmiyê yên bi navên “Elî Şahînnijad, Sulet Tewsen û Canelî Nedîmî” ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan, di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 8ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên “Elî Şahînnijad” yê temen 39 salî, “Sulet Tewsen” yê temen 40 salî û “Canelî Nedîmî” yê temen 62 salî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Hengaw agahdar bûye ku, Canelî Nedîmî 4 sal berî niha, Sulet Tewsen salek berî niha û Elî Şahînnijad 3 sal berî niha di sê dosyeyên cuda de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îsalmî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê,  di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin