Serdeşt; Girtiyekî Kurd di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da

14 November 2023 11:51

 

Hengaw; Sêşemî 14ê Mijdara 2023an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Serdeştê yê bi navê “Keywan Dêhqan”, tenê sê roj piştî girtinê li girtîgeha vî bajarî di bin îşkenceya hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest da. Keywan Dêhqan heftemîn girtiyê Kurd e ku ji destpêka îsal (sala zayînî) ve di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 11ê Mijdara 2023an, welatiyekî Kurd yê girtî yê bi nasanameya Keywan Dêhqan yê 46 salî û xelkê bajarê Serdeştê, di girtîgeha navendî ya vî bajarî de li bin îşkenceya hêzên ewlehî yên girtîgehê canê xwe ji dest da.

Hengaw agehdar bûye ku termê Keywan Dêhqan piştî sê roj ragirtin di sarxaneya nexweşxaneya serdeştê û pizîşka yasayî ya Urmiyê de, roja Duşemî 13ê Mijdara 2023an, bi malbata wî re hatiye radestkirin û êvareya heman rojê li Serdeştê rêûresma biaxspartina wî bi rê ve çûye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Keywan Dêhqan roja Pêncşemî 9ê Mijdara 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Serdeştê hatibû veguhastin. Derbarê tohmetên li dijî wî hatibûne sepandin û sedema girtina wî, zanyariyên serast ber dest nînin.

Hêjayê gotinê ye ku Keywan Dêhqan berê jî bi tohmeta “madên hişber” hatibû girtin û piştî derbaskirina çend sal ji girtîgeha bi ser de hatî sepandin, meha borî ji girtîgeha navendî ya Mehabadê hatibû berdan.

Pêka amarên ku di Navenda Amarî û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatinî tomarkirin, ji destpêka sala 2023an ve hate niha (10 meh û 10 roj), aliyê kêm 9 girtî di girtîgehên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de li bin îşkenceyê canê xwe ji dest dane ku 7 kes ji wan girtiyên Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin