Xoye; Girtin û nexuyabûna qedera du welatiyên Kurd

14 November 2023 21:09

 

Hengaw; Sêşemî 14ê Mijdara 2023an

Mûsa Muradî û Şapûr Erebzade, welatiyên Kurd ên xelkê navçeya Kotolê yê ser bi bajarê Xoyê ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn binçavkirin û tevî derbasbûna zêdetirî sê hefteyan, ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, du welatiyên xelkê navçeya Kotolê yê ser bi bajarê Xoyê bi navên Mûsa Muradî yê temen 51 salî û Şapûr Erebzade, heyama 24 roja ne ku ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhestin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, Mûsa Muradî û Şapûr Erebzade di heyama vê dawiyê de ku hatine girtin, ji mafên xwe yên wek destpêregihîştin bi parêzer, hevdîtina rû bi rû û pêwendiya telefonî hatine bêparkirin.

Mûsa Muradî û Şapûr Erebzade, roja Înê 20ê Cotmeha 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Xoyê hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin