Kamêran; Çalakvanekî kedkarî bi 39 meh girtîgehê hate sizadan

Çalakvankî kedkarî yê bi navê “Umîd Esedî” yê xelkê Kamêranê û rûniştiyê bajarê Sinê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara

15 November 2023 10:39

 

Hengaw; Sêşem 14ê Mijdara 2023an

Çalakvankî kedkarî yê bi navê “Umîd Esedî” yê xelkê Kamêranê û rûniştiyê bajarê Sinê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 39 meh girtîgehê hate sizadan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Umîd Esedî yê rûniştiyê bajarê Sineyê, bi tohemat “hevkarîkirin digel partiyeke opozîsyona hikûmetê” ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îslamî li vî bajarî, bi 32 meh girtîgehê hate sizadan û herwîha bi tohmeta “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” jî, bi 7 meh girtîgehê hate sazadan, bi gelemper 39 meh girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Bi cîbicîkirina yasaya sepandina sizayan, dê tundtirîn sizaya wekhev bi sizayê 32 meh girtîgehê ji bo vî çalakvanê Kurd were cîbicîkirin.

Ev çalakvanê kedkarî roja Yekşemî 10 Îlona 2023an, li cihê karê xwe yê li bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. Di dawiyê de ev çalakvanê han roja Çarşemî 27 Îlona îsal, piştî 18 roj binçavkirin, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî ya Sinê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Umîd Esedî, di meha Nîsana sala 2022an de, di Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê de bi tohmeta “hevkarîkirin digel partiyeke Kurdistanê” bêtawan hatibû naskirin. Navbirî paşê mafê beşdarbûna di çalakiyên siyasî de bi sozeke nivîskî ji wî re hate standin.

Ev çalakvanê Kurd roja Çarşemî 23ê Adara 2022an, piştî rêûresma cejna Newrozê li parka Zarokan a Sinê ji aliyê Îtilaata Spahê ve hatibû gazîkirin û girtin û roja Pêncşemî 7ê Nîsana 2022an bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin