Urmiye; Mamoste Hesen Cengxah ji bo derbaskirina 7 sal siza bo girtîgehê hate veguhastin

Hesen Cengxah ê mamosteyê olî yê Kurd ê Sune mezheb û xelkê bajarê Selmasê ku di vê

02 March 2024 23:43

 

Hengaw; Şemî 2ê Adara 2024an

Hesen Cengxah ê mamosteyê olî yê Kurd ê Sune mezheb û xelkê bajarê Selmasê ku di vê dawiyê de bi 7 sal girtîgehê hatibû sizadan, ji bo derbaskirina vê sizayê giran ê 7 sal girtîgehê, hate girtin û bo girtîgehê hate veguhatin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêmcşemî 29ê Şibata 2024an, mamoste Hesen Cengxah, xelkê gundê "Heft Xan" ê girêdayî bajarê Selmasê, piştî gazîkirin boTaya Birêveberiya Sizayan ya Dadgeha vî bajarî, hate girtin û ji bo derbaskirina sizayê 7 sal girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.

Mamoste Hesen Cengxah, di vê dawiyê de ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan a Taya Urmiyê, 7 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Navbirî beriya niha bo heyama hefteyekê ji ber dijayetiya li hember kuştina kolberan û kasibkaran û pêywendî digel partiyên Kurdistanî di torên civakî de, hatibû girtin û lêpêçînkirin.

Mamoste Hesen Cengxah, 19ê Tebaxa 2020an, dema ku diçû bo gundê Diza Mirgewer a Urmiyê hatibû girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Ev mamosteyê Kurd, di dawiyê de piştî hefteyek ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin