6 kolber li ser sînorê Banê hatine kuştin û birîndarkirin ku 2 kes ji wan zarok in

Kolberekî xelkê Banê yê bi navê “Yadigar Rehîmî” di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarê

15 November 2023 13:55

 

Hengaw; Çarşemî 15ê Mijdara 2023an

Kolberekî xelkê Banê yê bi navê “Yadigar Rehîmî” di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) canê xwe ji dest daye û aliyê kêm 5 kolber ku du kes ji wan kolberan zarok in, yên bi navên “Arvîn Mihemedî” yê temen 14 salî û “Îman” ê temen 17 salî jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapra ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Sêşemî 14ê Mijdara 2023an, kolberekî ciwan ê xelkê Banê yê bi navê Yadigar Rehîmî di dema kolberiyê de li sînorê "Hengejale" yê vî bajarî bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî ve jiyana xwe ji dest daye. Ev kolberê han bi bê agehdarkirina berê bûye armanca gullereşandina hêzên çekdar.

Di encama gullereşandina van hêzan de kolberekî din jî birîndar bûye ku nasnameya wî ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.

Ji aliyek dinê ve û di êvariya heman rojê de, Arvîn Mihemedî yê temen 14 salî û Îman ê temen 17 salî, kolberên nûciwanê ên xelkê Sine û Husên (nasnavê wî nediyar e) ê temen 20 salî û Şaho (nasnavê wî nediyar e) ê temen 21 salî, her du xelkê Baneyê ne û li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî hatine birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Arvîn Mihemedî ji aliyê pişt û sermilê xwe ve û kolberê din ku di bin temen 18 saliyê de ye bi navê Îman ji aliyê ser û rûyê xwe ve bi gulleyên rasterast birîndar bûne.

Pêka amarên ku di Navenda Amarî û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatinî tomarkirin, ji destpêka demsala Payîzê ve heta niha (heyama 54 rojan), 4 kolber li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine kuştin û 34 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin