Jinkujî; Zilamekî li Giyelanê jin û dayîka jina xwe ya berê kuşt

Zilamekî di bajarê “Giyelan”a bajarê Kirmaşanê de, hevjîna xwe ya berê ya bi navê “Nigar

15 November 2023 21:35

 

Hengaw; Çarşemî 15ê Mijdara 2023an

Zilamekî di bajarê “Giyelan”a bajarê Kirmaşanê de, hevjîna xwe ya berê ya bi navê “Nigar Mehmûdî” û dayîka wê bi rêya çekê ve kuşt. Tawanker di vê êrîşê de bavê hevjîna xwe ya berê jî, bi dijwarî birîndar kiriye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, berî nîveroya roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, jineke ciwan a xelka Giyelanê ya bi navê “Nigar Mehmûdî” ku digel bavê xwe yê bi navê “Fereydûn Mehmûdî” di rêya çûna bo ser karê xwe de bûne, ji aliyê hevjînê xwe yê berê yê bi navê “Yeqûb Muradiyan” ve rastî êrîşa çekdarî hatiye û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, bavê vê jina qurbanî jî, ji ber kûrbûna birînên xwe ji bo navenda dermanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin û rewşa wî baş nîne.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: Yeqûm Muradiyan piştî vê kiryarê, çûye mala malbata hevjîna xwe ya berê û dayîka hevjîna xwe ya berê ya bi navê “Nazenîn” Muradi bi çeka koltê kuştiye û piştre reviya ye.

Yeqûb Muradiyan personelê navenda lezgînî ya pizîşkî ya “Giyelan”ê bûye û Nigar Mehmûdî jî di navendên pizîşkî yên vî bajarî de kar dikir.


Di vî warî de zêde bixwînin