Esrîn Mihemedî xwîşka Şehriyar Mihemedî ji canjidestdayiyê şoreşa Jin Jiyan Azadî hate girtin

Esrîn Mihemedî xwîşka Şehriyar Mihemedî ji canjidestdayiyê tevgera Jin Jiya

16 November 2023 10:00

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Esrîn Mihemedî xwîşka Şehriyar Mihemedî ji canjidestdayiyê  tevgera Jin Jiyan Azadî li Bokanê, li nêzîkbûna salvegera kuştina birayê xwe ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, di vî bajarî de hate girtin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, Esrîn Mihemedî ji endama malbata dadxwaz li Bokanê hate girtin.

Girina Esrîn Mihemedî 3 rojan beriya salvegera kuştina Şehriyar Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehî ve bûye.

Şehriyar Mihemedî yê 29 salî û xelkê Bokanê êvareya roja Înê 18ê Mijdara 2022an, bi gulleyên rasteras ên hêzên çekdar yên hikûmetî di xwenîşandana Bokanê de jiyana xwa ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin