Di heyam 24 demjimêran de duyemîm kolber li ser sînorê Banê hate kuştin

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê “Celal Heyderiyan” ê teme

16 November 2023 10:10

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê “Celal Heyderiyan” ê temen 28 salî, li ser sînorê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest da. Ev duyemîn kolber e ku di heyama şev û rojekê de li ser sînorê Banê hatiye kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, Celal Heyderiyan ê temen 28 salî û xelkê gundê “Qaçiyan” ê ser bi navçeya “Kereftû” ya ser bi Dîwanderê, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ên cihgir li ser sînorê “Hengejale” yê Banê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Celal Heyderiyan ji aliyê singê xwe ve bûye armanca gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên hikûmetî û canê xwe ji dest daye.

Ev yeka di demekê de ye ku şeva Sêşemî 14ê Mijdara 2023an, kolberekî din ê bi navê Yadigar Rehîmî yê xelkê Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî hate kuştin.

Pêka amarên tomarkirî li  Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka demsala Payîzê ve heta niha (heyama 55 rojan), 5 kolber li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine kuştin û aliyê kêm 35 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin