Cezayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin

Cezayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê “Şehbaz Letîfî Sirînî” di girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşan

16 November 2023 11:45

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Cezayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê “Şehbaz Letîfî Sirînî” di girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê de hate cîbicîkirin. Ev gitiyê han berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” bi îdamê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 14ê Mijdara 2023an, Şehbaz Letîfî Sirînî yê temen 37 salî û xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate dervekirin.

Li gor çavkaniyeke agahdar, ev girtiyê han du sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” ya hevjîna xwe û herwisa kuştina polîsekê bi rêya çekê re, hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina Şehbaz Letîfî Sirînî, heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî jî medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin