Du welatiyên Kurd li Sewlava ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Du welatiyên Kurd yên bi navê “Nasih Muradî û Selah Rehmanî”, yên xelkê Sewlavayê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nexu

16 November 2023 12:18

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Du welatiyên Kurd yên bi navê “Nasih Muradî û Selah Rehmanî”, yên xelkê Sewlavayê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, derdora demjimêr 6ê sibêdeha roja Sêşemî 14ê Mijdara 2023an, Selah Rehmanî yê girtiyê siyasî yê berê ê Kurd û xelkê gundê “Çeşmiyer” ê ser bi Sewlavayê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Selah Rehmanî berê jî, ji ber çalakiyên xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, di heman demê de û di heman demjimêrê de welatiyê Kurd yê bi navê Nasih Muradî yê xelkê gundê “Gergeyî” yê ser bi Sewlavayê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye girtin.

Girtina van du welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve di demekê de ye, ku hêzên ewlehî bi bê belgeyên yasayî yên dadweriyê derbasî malên wan bûne û di vê navberê de dest danîne ser telefona Nasih Muradî û mala wî jî bi tevahî hatiye vekolînkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Nasih Muradî û Selah Rehmanî hatinî sepandin û rewşa van di girtîgehê de ti zanyariyek serast ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin