Birîndarbûna çar kolberan li ser sînorên Bane û Merîwanê

Ruxzad Şahmihemedî û Mîland Mihemedî, kolberên xelkê Seqizê û Ferşad Cemalîfer yê xelkê Kir

16 November 2023 14:02

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Ruxzad Şahmihemedî û Mîland Mihemedî, kolberên xelkê Seqizê û Ferşad Cemalîfer yê xelkê Kirmaşanê li ser sînorê Banê û kolberekî din yê xelkê Merîwanê yê bi navê Xefar Şerîfî, li Merîwanê bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, Ruxzad Şahmihemedî yê xelkê gundê “Dûrqela” û Mîlad Mihemedî yê xelkê gundê “Derewiyana Serê” yê ser bi bajarê Seqizê, di dema kolberiyê de li ser sînorê “Hengejale” yê banê bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Herwisa roja Sêşemî 14ê Mijdara 2023an, kolberekî Kurd yê xelkê Kirmaşanê yê bi nasnavê “Ferşad Cemalîfer”, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê “Hengejael” yê Banê hate birîndarkirin.

Êvareya Sêşemî li sînorê Sawcê yê Merîwanê jî, kolberek bi navê “Xefar Şerîfî” yê xelkê gundê “Miyane” yê ser bi bajarê Merîwanê û rûniştiyê vî bajarî, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.

Xefar Şerîfî ku xîzandar û bavê du zarokan bûye, ji ber kûrbûna birînên pêyê xwe, ji bo tedawiya pizîşkî ji bo nexweşxaneya “Fecir” a Merîwanê hatiye veguhastin


Di vî warî de zêde bixwînin