Ciwanekî Belûç ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve hate kuştin

Ciwanekî Belûç yê temen 18 salî yê bi navê "Metîn Narûyî" li rêya Îranşehra parêzgeha Sîstan û Belûcistanê bi gull

16 November 2023 18:25

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Ciwanekî Belûç yê temen 18 salî yê bi navê "Metîn Narûyî" li rêya Îranşehra parêzgeha Sîstan û Belûcistanê bi gulleyên rasterast ên hêzên Întizamî hate kuştin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimer 8ê beriya nîveroya Pênşemî, 16ê Mijdara 2023an, ciwanekî Belûç yê temen 18 salî yê bi navê "Metîn Narûyî" yê xelkê bajarê Îranşehrê li rêya vî bajarî bi gulleyên rasterast ên hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyê serê xwe ve bûye armanc û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor gotina çavkaniyeke agahdar, hêzên Întizamî li rêya Dêhistan Damen ya di 25 kîlometriya Îranşehrê de, bi bê agahdarkirina berê maşîna hilgirê çend kesan dane ber gulleyan û di encamê de ciwanê Belûç hatiye kuştin


Di vî warî de zêde bixwînin