Sê kolber bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên hikûmetî hatine birîndarkirin

Du kolberên ciwan ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navê Kiyanûş Paşayî û Amiyar Mensûrî û kolberekî din yê x

16 November 2023 22:38

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Du kolberên ciwan ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navê Kiyanûş Paşayî û Amiyar Mensûrî û kolberekî din yê xelkê bajarê Mehabadê yê bi navê Simko Rewazî, bi gulleyên raserast ên hêzên çekdar ên hikûmetî  li ser sînorên "Hengejale" yê Banê û "Başmax" yê Merîwanê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, kolberekî Kurd yê bi navê Kiyanûş Paşayî yê temen 21 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hate birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, ev kolberê han ku bi giranî birîndar bibû, ji bo tedawiya pizîşkî bo navena dermanî hatiye veguhestin û rewşa wî  xirap e.

Di heman demê de, Simko Rewazî, kolberê temen 37 salî û xelkê bajarê Mehabadê bi gullereşandina rasterast a hêzên sînorî ên cihgir li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi dijwarî hate birîndarkirin. Ev kolberê han ji aliyê pişt û her du detstên xwe ve bi giranî birîndar bûye û li navenda dermanî tê tedawîkirin.

Berî vê yekê jî, roja Duşemî 13ê Mijdara 2023an, Amiyar Mensûrî, kolberê temen 19 salî û xelkê bajarê Seqizê bi gullereşandina hêzên sînorî li ser sînorê "Başamx" yê Merîwanê hatibû birîndarkirin.

Amiyar Mensûrî jî, ji ber vê teqekirina hêzên sînorî ji aliyê her du lingên xwe ve bi dijwarî hatibû birîdarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin